Li Êrdîşê 250 hezar dar têne birîn
Li Êrdîşê 250 hezar dar têne birîn
Li Êrdîşê 250 hezar dar têne birîn
Li gundê Zortulê yê navçeya Erdîşa Wanê hêjmara fermî ya darên ku ji bo cihê avakirina xaniyên TOKÎ bên qetilkirin aşkere bû. Darên ku ji aliyên AFAD'ê bên jêkirin di çavkaniyên fermî de hat aşkerekirin ku dê 250 hezar dar bên birîn.
AFAD'a Bajar a Wanê ji bo xaniyên TOKÎ'yê ava bike, dixwaze li qada daristanî daran bibire û li şûna daristanê xaniyên TOKÎ ava bike. Rayedarên AFAD'ê li gundê Zortulê yê girêdayî navçeya Erdîşa Wanê li gel leşkeran hatin gund û ji bo qadekê ji xaniyê TOKÎ re veke biryar da ku daran bibire. AFAD'ê îhale da fîrmayek fermî û diyar kiribû ku dê 200 hezar dar bên birîn. Li gorî rapora Midûriyeta Sewalkarî, Çandinî û Zexîreyan a Navçeya Erdîşê ku di 8'ê Hezîrana 2012'an de pêşkêşî AFAD'ê kir hat diyarkirin ku hêjmara darên ku wekî 200 hezar hatibûn nîşandan di rastiya xwe de 250 hezar dar in. Li gorî raporê 250 hezar darên spîndarê û 2 hezar darên team li zeviyê hatine çandin."