Li Endonezyayê îdamên bi nîqaş

Li Endonezyayê, îdamên bazirganên narkotîkê ku bi rojane di rojeva raya giştî ya cîhanê de ye, bicih tê anîn. 7 jê biyanî 8 kes duh bi şev bi gulereşandinê hatin îdamkirin.

Li Endonezyayê, îdamên bazirganên narkotîkê ku bi rojane di rojeva raya giştî ya cîhanê de ye, bicih tê anîn. 7 jê biyanî 8 kes duh bi şev bi gulereşandinê hatin îdamkirin.

Li gorî agahiyên ji aliyê televîzyona cemaweriyê Metro TV û rojnameya Jakarta Post dan, cezayên mehkûmên îdamê yên li girtîgeha girava Nûsakambangan tên ragirtin, bicih hatine anîn. Hat ragihandin ku ji kesên bi hinceta bazirganiya narkotîkê hatine îdamkirin 2 jê Awûstralyayî, çar jê Nîjeryayî, yek jê Brezîlyayî û yek jî welatiyê Endonezyayê ye.

Biryara îdamkirina bazirganên narkotîkê ku welatiyekî Fransayê yê bi navê Serge Atlaoûî jî heye, ji aliyê hikûmetên welatên kesên mijara gotinê welatiyên wan e ve hatibû rexnekirin. Ji bo sekinandina îdamkirina Atlaoûî û du welatiyên Awûstralyayê li gelemperiya cîhanê çalakî hatibûn lidarxistin.

Di dosya îdamkirina Serge Atlaoûî de ku Fransa di asta hikûmetê de tevlî bûye, nayê zanîn ku kengî bicih bê. Piştî ku îtiraza dawî ya Atlaoûî li Dadgeha Îdareyê were dîtin, wê biryar were dayîn ku bê îdamkirin an na.

Li Endonezyayê di meha Çileyê de piraniya wan biyanî 6 bazirganên narkotîkê bi reşandina guleyan îdam kiribû.