Li Elmanyayê nîqaşên navbera Wezareta Edaletê û dadgeriyê dijwar dibin

Li Elmanyayê, Wezîrê Edaletê yê ku Dozgerê Giştî yê Federal ê der heqê rojnamevanên malpera Netzpolitik de lêpirsîn da destpêkirin ji wezîfeyê girt, di rewşeke xetere de ye.

Li Elmanyayê, Wezîrê Edaletê yê ku Dozgerê Giştî yê Federal ê der heqê rojnamevanên malpera Netzpolitik de lêpirsîn da destpêkirin ji wezîfeyê girt, di rewşeke xetere de ye. Li gorî agahiyên di çapemeniyê de hatin weşandin, dozger amadekariyê dikin der heqê wezîr Heîko Maas de lêpirsînê vekin. Di navbera dadger û parêzeran de li ser erkên wezîr de nîqaş tên meşandin.

Berdevkê Dozgeriya Berlînê Martîn Steltner ji hejmara îro ya rojnameya Tagesspîegel re axivî û diyar kir ku der heqê Wezîrê Edaletê Maas ê ku dozger Harald Range ji ber lêpirsîna 'xiyaneta li welêt' der heqê du rojnamevanan de vekiribû ji wezîfeyê girt, lêpirsîn hatiye destpêkirin. Berdevk ragihand ku wê were lêkolînkirin ka Maas wezîfeya xwe ji bo astengkirina rêveçûna hiqûqê bi kar aniye yan na.

DADGER: DIVÊ ERKA WEZÎR A BETALKIRINA WEZÎFEYA DOZGERAN JI HOLÊ BÊ RAKIRIN

Li hemberî Heîko Maas, ku piştî Dozgerê Giştî yê Federal Harald Range ji wezîfeyê girt rastî rexneyan hat, endamên din ên dadgeriyê ketin nava tevgerê. Serokê Yekîtiya Dadgerên Elman (DRB) Chrîstoph Frank xwest mafê Wezîrê Edaletê yê wezîfedarkirin an jî ji wezîfeyêgirtina dozgeran bi dawî bibe.

Serokê Yekîtiya Parêzerên Elman (DAV) Ulrîch Schellenberg jî da xuyakirin ku divê erka Wezîrê Edaletê yê kontrolkirina dozgeran dewam bike.

BÛYER ÇAWA QEWIMÎ BÛ?

Markûs Beckedahl û Andre Meîster yên di bloga xwe ya Netzpolitik.org de belgeyên Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn (BfV) weşandin, ketin ber lêpirsînê. Tevî her du rojnamevanan der barê 'kesên nayên zanîn' ên belgeyên dewletê dane wan de, lêpirsîn hat meşandin.

Her du rojnamevan ji ber du nivîsên di mehên Sibat û Nîsanê de li bloga xwe weşandin, ketin ber lêpirsînê. Di nivîsên fermî yên hatin weşandin de, agahiyên li ser planên BfV ên lêkolînkirna daneyên înternetê û ekîbeke ji bo vî karî di nava BfV de hatiye avakirin, hatin weşandin.

Lê belê li ser nerazîbûna rayagiştî ya ji ber 'binpêkirina pîvana azadiya çapemeniyê' Wezîrê Edaletê Heîko Maas, Dozgerê Giştî Harald Range ji wezîfeyê girtibû.