Li gorî texmînên hikûmetên eyaletan, ev rêje wê 100 mîlyar euroyî derbas bike.
Li gorî nûçeya Kovara Der Spîegel, ku agahiyên xwe dispêre belgeyek di çarçoveya muzakereyên Wezareta Maliyeyê ya Federal bi eyaletan kirî hat amadekirin de, tevî lêçûnên perwerde û stargehê yên penaberan, ji bo entegrasyona wan jî wê bi mîlyaran euro werin xerckirin.
Li gorî belgeya ji aliyê Wezaretê ve hat amadekirin, heta sala 2020'an ji bo sîgorta bêkariyê yan jî alîkariya civakî û lêçûnên kirê yên ji penaberan re bê dayîn, wê 25,7 mîlyar euro werin xerckirin. Tê plankirin, ji bo qursên zimanê Elmanî 5,7 mîlyar euro, ji bo alîkariya peydakirina kar ji penaberan re wê 4,6 mîlyar euro bên xerckirin.
Di belgeyê de tê hesabkrin ku heta sala 2020'an bi giştî 93,6 mîlyar euro were xerckirin û tê gotin, di navbera rêveberiya federal û eyaletan de ji bo parvekirina lêçûnan muzakere hatine meşandin. Hat hînbûn, hesabên hikûmeta federal û yên eyaletan li hev nayên.
Li gorî hesaba eyaletan wê îsal 21 mîlyar, di sala 2020'an de jî 30 mîlyar euro bên xerckirin. Lê li gorî hesabên Wezareta Maliyeyê ya Federal, lêçûnên îsal ên penaberan 16,1, yên sala 2020'an jî wê 20,4 mîlyar euro bin.
Par hatibû îdîakirin ku bi qasî mîlyonek penaberên nû hatine Elmanyayê, lê belê hejmara penaberên serlêdana penaberiyê kiribûn 475 hezar bû. Hejmara penaberên di sala 2015'an de mafê mayînê ji wan re hat dayîn 148 hezar bû. Ev yek ji sedî 41 ê biryarên erênî yên li gelemperiya welatên Ewropayê ye.
Der Spîegel ragihand, ku li gorî belgeya Wezareta Maliyeyê wê heta dawiya vê salê 600 hezar penaber bên Elmanyayê. Li gorî hesabên hatine kirin, ev hejmar wê di sala 2017'an de 400 hezar, di sala 2018'an de 300 hezar be.