Li Elmanyayê ji bo penaberan pakêta qanûneke nû

Li Elmanyê di nîqaşên li Bundesrat a wek Meclîsa Eyaletan jî tê zanîn, têkildarî mafê rûniştin û derxistina derveyî welat a penaberan hin biryar hatin girtin.

Li Elmanyê di nîqaşên li Bundesrat a wek Meclîsa Eyaletan jî tê zanîn, têkildarî mafê rûniştin û derxistina derveyî welat a penaberan hin biryar hatin girtin. Li gor vê ji bo kesên demek dirêj e li welêt dijîn û nêzî 30 hezar penaberî heqê destûra rûniştinê tê dayîn. dîsa tê xwestin ku ji bo ciwanên perwerdeya pîşeyî dibînin mafê rûniştinê bê hêsankirin.

Eyalet, dixwazin ji bo penaberên der heqê wan de biryara derxistina derveyî înor hatiye dayîn, mijara ji welêt bên şandin bê hêsankirin.

Di nav kesên mafê rûniştinê bigirin, kesên berê der barê wan de biryara derxistina derveyî sînor heye lê welêt terk nekirine jî hene. Di pakêta nû de ji bo penaberên li gor Elmanyayê dijîn û pirsgirêka wan a ziman nîne jî mafê rûniştinê tê hêsankirin.

Her wiha Meclîsa Eyaletan xwest ji bo penaberên ‘perspektîfa’ wan a li welêt bimînin nîne derxin derveyî sînor tedbîrên tund bên girtin. Li gor pakêta qanûna nû penaberên li gor biryara derxistina derveyî sînor tevnagerin bi biryara dadger wê 4 rojan di bin çavan de bên hiştin.