Li Elmanyayê herî kêm 250 hezar serlêdanên penaberiyê li benda lêkolînkirinê ne

Li Elmanyayê ku di salên dawî de hejmara penaberan qat bi qat zêde dibe, hat ragihandin ku li ber destê Wezareta Koçberiyê herî kêm 250 hezar serlêdan li benda lêkolînkirinê ne.

Li Elmanyayê ku di salên dawî de hejmara penaberan qat bi qat zêde dibe, hat ragihandin ku li ber destê Wezareta Koçberiyê herî kêm 250 hezar serlêdan li benda lêkolînkirinê ne.

Serokê Daîreya Koç û Penaberan a Federal (BAMF) Manfred Schmîdt diyar kir ku ji ber zêdebûna penaberan hînê bi sed hezaran serlêdan nehatine lêkolînkirin.

Schmîdt anî ziman ku 250 hezar serledan li benda lêkolînkirinê ne û diyar kir ku ji van 100 hezar serlêdana mirovên ji Sûriye û welatên Balkanan hatine. Schmîdt ragihand ku eger di nava 3 mehan de serlêdan neyên kirin, wê ji van 100 hezar bi encam bibin.

Serokê BAMF'ê ragihand ku serlêdanên ji Sûriye ya di statuya şerê navxweyî de tê naskirin û serlêdanên ji welatên Balkanan ên 'ewle' tên dîtin, bi lez bi encam bibin.

Ji Sûriyeyiyan re bi giranî mafê penaberiyê tê naskirin û serlêdanên penaberên ji welatên Balkanan jî bi awayekî kategorîk tên redkirin.

Li Elmanyayê ku par bi qasî 200 hezar serlêdanên penaberiyê hatin kirin, serlêdanên 7 mehên îsal gihaştiye asta sala 2014'an.