Li Elmanyayê di xwepêşandanên li dijî penaberan de pevçûn derket
Li Elmanyayê di xwepêşandanên neo Naziyan ên li dijî penaberan de, çalakger bi polîsan re pev çûn.
Li Elmanyayê di xwepêşandanên neo Naziyan ên li dijî penaberan de, çalakger bi polîsan re pev çûn.
Li Elmanyayê di xwepêşandanên neo Naziyan ên li dijî penaberan de, çalakger bi polîsan re pev çûn. Roja Înê i bajarê Heîdenaû, bi qasî 600 nîjadperestên li dijî wargeha penaberan derdikevin çalakî lidar xistin û bi polîsan re pev çûn. Di pevçûnê de 31 polîs birîndar bûn.
Li dijî wargeha penaberan a li bajarê Heîdenaû ya li eyaleta Sachenê bê vekirin, li ser banga Partiya Neteweperest a Elman (NPD) zêdeyî hezar kesan xwepêşandan lidar xistin. Piştî xwepêşandana ku danê êvarê bi dawî bû, bi qasî 30 nîjadperestan rê girtin û bi qasî 600 ji wan jî li ber avahiya wê bibe wargeha penaberan, civiyan.
Di daxuyaniya polîsê Dresdenê de hat ragihandin ku ji ber bûyerê bi qasî 140 polîs ji herêmê re hatine şandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku nîjadperestan bi kevir, şûşe û fîşekên hewayî êrîşî polîsan kirine û yek jê giran 31 polîs birîndar bûne.
Li bajarê Heîdenaû beriya niha jî avahiyek dikanekê veguherîbû wargeha penaberan. Li vê avahiyê çend roj berê 300 penaber hatibûn bicihkirin.