Li Êlihê êrîşa Kobanê û sirgûn hatin şermezar kirin
Li Êlihê êrîşa Kobanê û sirgûn hatin şermezar kirin
Li Êlihê êrîşa Kobanê û sirgûn hatin şermezar kirin
Rêxistina BDP'ê ya Êlihê sirgûnên ku di wan rojên dawî de li girtîgehan pêk tên, êrîşa Kobanê û qetilkirina Ozcan Temel şermezar kir.
Rêxistina BDP'ê ya Êlihê bi armanca şermezarkirina sirgûnên ku di wan rojên dawî de li girtîgehan pêk tên, êrîşa li Rojava bajarê Kobanê û qetilkirina Ozcan Temel, li Baxçeyê Çayê yê Şaredariyê daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Di daxuyaniyê de ligel rêveber û endamên BDP'ê nûnerên, Dayîkên Aştiyê, DOKH û saziyên civaka sivîl jî amade bûn. Pankartên, "Em qetlîama Kobanê ya li hember mirovatiyê şermezar dikin" û "Sirgûnên li hember girtiyên siyasî êşkenceye civakî ye" ku di daxuyaniyê de hatin vekirin, Hevserokê Rêxistina Bajêr a BDP'ê Serdar Atalay daxuyanî xwend.
Atalay diyar kir ku bi Newoza 2013'an re bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li pêşberî milyonan pêvajoyeke nû destpê kiriye û got, "Hikûmeta AKP'ê ji bo bendewariyên raya giştî vala derxe ya ji dest hatiye kiriye. Di rewşa heyî de ev pêvajo bi gavên yekalî dimeşe." Atalay di dewama axaftina xwe de got ku, AKP bi dîwarê şermê re dixwaze Rojava û bajarên herêmê ji hevdu qut bike û got, "Tevî ku ev jî ne bes bin, ji bo Rojava Rojava bifetisîne bi her cureyî alîkariyê dide çeteyên El Nusra û El Qaîde û qetlîam pêk anîne. Wek tê zanîn ji aliyê wan çeteyan ve 14 Kurd şehîd bûne. Em wan çeteyan û yên alîkariyan didin wan şermezar dikin."
Atalay di dewama axaftina xwe de diyar kir ku, girtiyên siyasî bi awayekî bê huqûqî tên sirgûnkirin û wiha dewam kir, "Em dixwazin AKP, polîtîkaya xwe ya girtîgehan demldest biguhere û girtiyên hatine sirgûnkirin careke dikin vegerînin cihên wan." Atalay têkildarî qetilkirina ciwanê bi navê Ozcan Temel jî wiha got, "Em dixwazin qatil û yên alîkarî dane qatilên hevalê me Ozcan Temel ê di 2'yê Mijdarê de ji aliyê hizbî-kontra ve hat qetilkirin bên girtin û cezakirin."