Li Elbakê goreke komî hat dîtin
Li Elbakê goreke komî hat dîtin
Li Elbakê goreke komî hat dîtin
Li gundê Sorxan ê navçeya Elbaka Wanê gora 15 gerîlayên PKK'ê ku jê 9 jin ên di şerê sala 1998'an de jiyana xwe ji dest dabûn hat dîtin.
Li Wanê gora komî ya aydî 15 gerîlayên PKK'ê hat dîtin. Li gorî nûçeya DÎHA'yê di sala 1998'an de li zozanê Şîvreşê yê di navbera Payizava û Elbakê de şer derket. Di şer de 9 jê jin 15 gerîlayên PKK'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Hat diyarkirin ku cenazeyên endamên PKK'iyan li Gundê Sorxana navçeay Elbaka Wanê hatiye definkirin. Şahidan diyar kirin ku di sala 1998'an de li herêma Payizava û Elbakê operasyonek mezin pêk hat û di operasyona li Zozanê Şîvreşê de 9 jê jin 15 gerîlayên PKK'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Şahidan anîn ziman ku leşkeran piştî operasyonê cenazayên gerîlayên PKK’ê li cihekî kom kirin û şewitandin û ji cihê bûyerê dûrketin.
Şahidan, anîn ziman ku ewil li gerîlayên PKK'ê îşkence kirin û piştî îşkence kirin, cenaze şewitandin û çûn. Şahidan wiha got: "Cenazeyên jinan cuda û yên zilaman cuda kiribûn û şewitandibûn. Bi mehan cenaze li qada operasyonê hatin hiştin. Piştî demekê hin welatiyên gund şev nîvê şevê kom bûn û çûn cenaze defin kirin. Şahidan anîn ziman ku li cenazeyan îşkence hatibû kirin, tiliyên wan û guhê wan hatibû jêkirin. Welatiyan da zanîn ku îşkenceyek mezin li cenazeyan hatibû kirin û wan cenaze di 2 goran de defin kirin."
Welatiyên gund diyar kirin ku ew şahidin û hêj ji bin bandora bûyere derneketine. Welatiyên gund xwestin gor bê vedan û cenaze teslîmî malbatan bên kirin. Welatiyan destnîşan kir ku her dema di ber gorê re derbas dibin ezabê wîjdan dijîn. Welatiyan xwestin cenazeyan teslîmî malbatan bikin."