Li Efrînê welatiyek hate gulebarankirin
Li Efrînê welatiyek hate gulebarankirin
Li Efrînê welatiyek hate gulebarankirin
Welatiyê bi navê Ebid Elî Hemûd ji ber pirsgirêkên navmalbatî hate gulebaran kirin
Welatiyê binavê Ebid Elî Hemûd yê ji malbata Casim ku ji êla El Umêrate ji aliyê malbata Îsa yê ji heman êlê ji ber pirsgirêkên navmalbatî tola xwe veke, gulebaran kir.
Ebid Hemûd piştî gule li wî dabûn rakirin nexweşxaneya Avrînê ya bajarê Efrînê û li gorî agahiyên bijîşkan 3 gule li wî dane û ew di bin metirsiyekê de ye û li gorî wê bi daxwaza malbata wî rakirin nexweşxaneya Atma ya li Tirkiyeyê.
Jinekê ji malbata Casim diyar kir ku, beriya niha ew bi sedema nakokiya di navbera herdu malbatan de ji tirsa kuştina reviyabû Lubnanê.
Hejayî gotinê ye ku beriya niha di navbera malbateke ji Êla El-Umêrat û malbeta Nasêr a Kurd de ku xwîndarî di navbera wan de hebû li hevhatibûn.