Li Efrînê tevî astengiyan jî perwerde didome

Li Efrînê tevî astengiyan jî perwerde didome

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, tevî astengiyan jî perwerde tê meşandin. Welatî jî, ji salên buhrî zêdetir zarokên xwe dişînin dibistanan. Her wiha li dijî perwerdeya zimanê kurdî eleqe zêdetir bûye. 

Di demeke ku li bajarên Suriyê şer û pevçûn didomîn û ji ber wê jî perwerde nayê meşandin de, li Rojavayê Kurdistanê sîstema perwerdeyê bi rêk û pêk tê domandin. Li bajarê Efrînê jî, tevî ambargoya li ser herêmê û astengiyên jiyanê jî, perwerde didome.

Li aliyekê rayedarên dibistan û saziyan pêdiviyan bicîh tînin, li aliyê din malbat jî tevî astengiyan zarokên xwe dişînin dibistanan. Ji ber ku îsal perwerdeya kurdî jî tê dayîn eleqeya li hemberî perwedeyê jî zêde bûye.  

Mamosteya zimanê kurdî Leyla Osman da zanîn ku îsal hejmara xwendekaran ji yên par zêdetire û xwendekar jî bi hezkirinek mezin tevlî dersên kurdî dibin.

Endama Yekîtiya Mamosteyan Hêvî Efrînî jî destnîşan kir ku li deverên din ên Sûriyê xwendevan nikarin biçin dibistanan, lê li Rojava bi ked û xebatên wan perwerde dewam dike.

Xwendekara bi navê Meryem Îso jî diyar kir ku dem hatiye êdî herkes fêrî zimanê xwe bibe û tû tiştek jî li pêşiya vê yekê nabin asteng. Meryem Îso anî ziman ku ewê bi hezkirineke mezin perwedeya xwe bidomînin.

Xwendekara bi navê Dalya Ebdulmecîd ku ji pêkhateya erebe jî da zanîn ku ew bi heyecaneke mezin tevlî dersan dibin. Dalya Ebdulmecîd diyar kir ku bi kêfxweşî tevlî dersên zimanê kurdî jî dibe.