Li Efrînê qezaya tirafîkê: 6 mirî, 6 birîndar

Li Efrînê qezaya tirafîkê: 6 mirî, 6 birîndar

Li navçeya Bilibilê ya Efrînê di encama qeza tirafîkê de 6 welatiyan jiyana xwe ji dest da.

Li ser riya di navbera gundê Qasim a Navçeya Raco û gundê Eşûnê ya navçeya Bilibilê yên Efrînê turimbêlek ku 3 jê jin bi giştî 20 welatî lê siwar bûn li kaşekî qeza kir û di encamê de 6 welatiyan jiyan xwe jidest dan û 6 birîndar bûn.

Ji welatiyên ku di encama qezayê de jiyana xwe ji dest dayîn navên hinekan wiha ne: Naziya Horîk(55), Elî Seydo (75), Fethî (45) ev ji şêniyên Eşûnê û ji malbatekê ne. Welatiyên din ên jiyana xwe jidestan navê wan ne hatin hînbûn. Di qezaya ku têde 6 welatî jî birîndarbûyîn jî, hate hînbûn ku 3 ji birîdaran ji heman malbatê ne.