Li Efrînê merasîma sersaxiya Silava hate lidar xistin
Li Efrînê merasîma sersaxiya Silava hate lidar xistin
Li Efrînê merasîma sersaxiya Silava hate lidar xistin
Bi hezaran ji Partî, Tevger, Rêxistinên Civakî, Meclîsên Gel û saziyên girêdayî wan ji bo merasîma sersaxiya malbata Şehîd Silava berê xwe dan gundê Elendara yê navçeya Bilbilê ya Efrînê û sersaxiya malabata wê xwestin.
Bi hezaran Kurdistaniyan ji herêma efrînê ji bo bi erka xwe ya sersaxiya malbata Meryem Mehemed (Silava) rabin, berê xwe dan gundê Elendara ya navçeya Bilbilê ya Efrînê cihê ku endama konsya leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) şehîd Silava ji dayîk bûye.
Welatî bi hezaran ji hemû Partî, Tevger, Rêxistinên Civakî, Meclîsên Gel û saziyên girêdayî wan berê xwe dan qada sersaxiya malbata şervana YPJ’ê û endama konsya leşkerî ya YPJ’ê şehîd Silava û sersaxiya malbatê xwestin.
Li vir bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Hisên Hisên li ser rola şehîdan di azadiya gelan de axivî û got: “Şervana me Silava xwîna xwe ji bo azadiya welat û gelê xwe erzan daye, divê em doza wan bernedin û çeka wê li erdê nehêlin heta gelê me azadiya xwe distîne.”
Endamê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê Mihemed Mihemed Şehîd Silava bi têkoşer Leyla Qasim şebihand û wiha got: “Em pir serbilind in ku keç û xortên me her tum amade ne û bi xwîna xwe welat û gelê xwe diparêzin.”
Endama Yekîtiya Star Fatme Hesen jî axivî û got: “Şehîda me Silava li rex mêran li serê çiyan berxwedanî dikir û em soz didin ku em doza wê bernedin.”
Di dawiya merasîma sersaxiyê de hin wêne û axaftinên Şehîd Silava di konferansa damezrandina Yekîneyên Parastina Jin de hatine pêşkêşkirin.