Li Efrînê li dijî çeteyan operasyon: 6 mirin

Li Efrînê li dijî çeteyan operasyon: 6 mirin

Li Rojavayê Kurdistanê agahiyên hatina pevçûnan didome.  Di pevçûnên li bajarokê Efrînê şera yê çêbûyî de 6 endamên çeteyan hatin kuştin. Cenazeyê 2 çeteyên hatîn kuştin ket destê hêzên YPG’ê de. Di pevçûnan de 4 wesayîtên çeteyan jî hatin rûxandin.

Di pevçûnê  di navbera YPG’ê û komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/ Baskê El-Nusra yên li gundê Quntê yê girêdayî bajarokê Efrînê Şereyê de 2 endamên çeteyan hetin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê hatine bi dest xistin, komên çekdar yên girê dayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê êrîşî nokteya kontrolê ya nêzî gundê Qutmê kirine. Di encama bersivdayîna Yekîneyên Parastina Gel de cenazeyê 2 endamên çeteyan mirî ketine destê YPG’ê de. Di pevçûnan de 2 wasayîtên çeteyan hatine rûxandin û 2 çekên wan ketine destê yekîneyên YPG’ê de.

 Li milê din Yekîneyên Parastina Gel di navbera gundê Yazî Bax û Meerînê de li dijî wesayîtên komên El Qaîdeyê opereson dan destpêkirn.

Li gorî agahiyên bi dest ketine, duh şervanênYPG’ê di navbera gundê Meerîn û Yazî Baxê de li dijî komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê operasyonek dane destpêkirin. Di operasyonê 3 wasayîtên komên çete yek jê doçka li ser hatiye rûxandin.

Hat ragihadin ku, piştî pevçûnan li Ezazê cenazeyê 4 kesan anîne li nexweşxaneya Girokê û di pevçûnan de gelek birîndar jî hene.

Pevçûnên li herêmê dem dem didomin.