Li Efrînê kesekî 2 zarokên xwe û hevjîna xwe qetilkir
Li Efrînê kesekî 2 zarokên xwe û hevjîna xwe qetilkir
Li Efrînê kesekî 2 zarokên xwe û hevjîna xwe qetilkir
Welatiyê bi navê A.H.ê ji navçeya Şêrawa ya Efrînê hevjîna xwe û herdû zarokên xwe kuştin.
Îro di saetên sibê de kesê bi navê A.H. ê ji navçeya Şêrawa ya Efrînê hevjîna xwe E.H. ya 22 salî û zarokên xwe E.H. yê 4 salî û H.H. yê yek salî înfazkirin. Mirovên qurbaniyan diyarkirin ku di navbera A.H. û hevjîna wî E.H. de pevçûn derketiye û A.H. li ser vê yekê hevjîna xwe û herdû zarokên xwe bi guleyan înfazkiriye û ji malê reviyaye.
Hêzên Asayîşa navçeya Şêrawa ya Efrînê berê xwe dan cihê bûyerê û lêpirsîn dan destpêkirin. Rayedarên Asayîşê dan zanîn ku lêgerîna li A.H. hîn dewam dike.