Li Efrînê kampanya berhevkirina îmzeyan didome
Li Efrînê kampanya berhevkirina îmzeyan didome
Li Efrînê kampanya berhevkirina îmzeyan didome
Li navçeyên Şêrawa û Raca yên Efrînê, kampaniya berhevkirina îmzeyan ku ji bo azadiya Ocalan hatiye destpê kirin hîn didome.
Li Gund û bajarokên navçeyên Şêrawa û Raco ya Efrînê kampanya îmzeyan ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye destpêkirin di roja xwe ya 6᾿emîn de didome.
Li gundê Çeqmaqa ya navçeya Raco gundî li ber meydana mizgefta gund hatin cem hev û îmzeyên xwe ji bo azadiya Ocalan dan. Di heman demê de navenda Çand û Hunerê li gund bi alîkariya Tevgera Ciwanên Şoreşger hate vekirin. Di merasîma vekirinê de li dengê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ên salên berê hate guhdarî kirin û piştre di merasimê de Endama Desteya Rêvebera Meclîsa Gel a Efrînê Hêvîn Efrînî axivî û bal kişand ser geşedanên dawî û rewşa siyasî û aborî li herêmê, her wiha behsa çalakiyên Meclîsa Efrînê kirin.
Di merasimê de bernameya mûzîkê hate pêşkêş kirin. Di dawiya merasimê de gundiyan ji bo azadiya Ocalan îmze dan.
Li Gundê Basûtê ya navçeya Şêrawa ya Efrînê jî gelek komîteyên berhevkirina îmzeyan hatin damezirandin û îmze ji nava niştecihên gund ji kurd, ereb berhev kirin.
Derbarê berhevkirina îmzeyan li gundê Basûtê Endamê komîteya Berhevkirina îmzeyan Arif Betal da zanîn ku, ew an nû dest bi berhevkirina îmzeyan li Gundê Basûtê kirine û destnîşan kir ku hemû niştecihên gund tevkî kampanyê bûn.
Kampanya berhevkirina îmzeyan li gundên Navçeya Şêrawa ya Efrînê didome. Welatî bi girseyî tevlî kampanya berhevkirina îmzeyan dibin û îmzeyan xwe ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî didin.