Li Efrînê ji bo piştgiriya bi YPG’ê re şahî

Li Efrînê ji bo piştgiriya bi YPG’ê re şahî

Li navenda çand û hunerê ya bajarê Efrînê ji bo piştgiriya YPG’ê Tevgera Çand û Hunera Kurdî şanoyek pêşkêş kir.

Li navenda çand û hunerê ya bajarê Efrînê Tevgera Çand û Hunera Kurdî bi beşdariya sedan ji welatiyên bajêr, bi armanca piştgirtiya şervanên YPG koma Engîzek şanoyek bi navê “Şehîdên me riya azadiya me ronî dikin” pêşkêş kir.

Beriya şano destpê bike Endamê Desteya Rêvebir a Tevgera Çend û Hunera Kurdî axivî û bal kişand ser berxwedana bê hempa ya şervanên YPG’ê li dijî komên êrîşkar li navçeya Şêrewa ya Efrînê herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê.

Naveroka şanoya ku hate pêşkêş kirin li taxa Şêxmeqsûd a Helebê de bû, her wiha hewldanên rejimê ya êrîşkar li dijî taxê û helwesta komên çekdar jî hate diyar kirin.

Di şanoyê de bal hate kişandin ser tevlîbûna ciwanên kurd û netewên din di nava refên YPG᾿ê û rola wan di parastina herêmên rojava de. Her wiha şanoyê nêrînên gel hestên welatiyan ji berxwedana parastina rûmet û hebûna mirovahiyê.

Piştî şano bi dawî bû, helbestvan Mêrxan Efrînî helbestek li ser berxwedana 2 şervanên YPJ’ê Silava û Xemlîn ku di pevçûnên li Efrînê jiyana xwe jidest dan pêşkêş kir.  Hunermend Hisên Xanî, Behcet Heycan, koma rosêl û koma Engîzek bi stranin xwe ên  ser şehîdan û YPG şahî bi dawî kirin.