Li Efrînê ji bo Berxwedana 14’ê Tirmehê civîn

Li Efrînê ji bo Berxwedana 14’ê Tirmehê civîn

Li Navenda Encûmeniya bajarê Efrînê ji bo bîranîna Berxwedana 14’ê Tîrmehê civînek hat lidarxistin. 

Bi boneya bîranîna pêşengên PKK’ê Mehmed Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz ku bi dehan rojan di rojiya mirinê ya mezin a di 14 ‘ê Tîrmeha 1982’yan de li ber xwe dan, bi civînekê hatin bibîranîn.  
Piştî deqîqeyeke rêzgirtinê Arşem Kurdman Endama Yekîtiya Star axaftina destpêkê kir û berxwedana pêşengên PKK’ê Mehmed Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz ku li Zîndana Amedê li dijî zulm û şîddeta dewleta Tirk dest bi greva rojiya mirinê ya mezin kirin û jiyana xwe ji dest dan, ji gelê amade re li ser girîngî û mezinbûna vê çalakiyê axivî. 

Di dawiyê de jî nameya ku Koma Civakên Kurdistanê (KCK)’ê bi armanca salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya 19'ê Tîrmehê şandibû ji bo gel hate xwendin.