Li Efrînê endamek yê asayîşê jiyana xwe ji dest da

Li Efrînê endamek yê asayîşê jiyana xwe ji dest da

Endamek yê hêza Asayîşê li gundê Qîbarê ya girêdayî bajarê Efrînê di encama xwîn rijiya ser mejiyê wî de jiyana xwe ji dest da.

Endamê Asayîşê Kemal Henan Birîmo li gundê Qîbarê yê girêdayî bajarê Efrînê dema ku li ser karê xwe bû, xwîn rijiya ser mejiyê wî û jiyana xwe ji dest da. Her wiha li gel karê xwe jî di Asayîşê de endamê Komîteya Êzîdiyan û Meclîsa gundê Qîbarê bû.

Cenazeyê Birîmo bi merasimekê bi beşdariya şêniyên gund û endamên Komîteya Êzîdiyan û Meclîsa gund li goristana gund spartin axê.