Li Efrînê cenazeyê 3 şervanên YPG’ê hatin oxirkirin

Li Efrînê cenazeyê 3 şervanên YPG’ê hatin oxirkirin

Li Efrînê bi hezaran welatiyên herêma Efrînê beşdarî merasima oxirkirina 3 şervanên YPG’ê yên di berxwedana li dijî komên çete jiyana xwe ji dest dayîn bûn.

Li Efrînê bi hezaran welatî îro piştro nîvro ji bo tevlî merasima oxirkirina cenazeyên 3 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku di encama berxwedana li dijî komên çete yên li gundê Basilê yê ser bi navçeya Şêrewa Efrînê ve jiyana xwe ji dest da bibin li ber Saziya Malbatên Şehîdan kombûn.

Şervanên YPG’ê yên hatine oxirkirin evin: Şervan Dêrsim Sîpan sala 1987’an li gundê Birîmce ji dayîk bûye, Adêl sala 1988’an li gundê Basilê ji dayîk bûye, Serhat Avaşîn sala 1988’an ji dayîk bûye

Bi dehan şervanên YPG’ê û YPJ’ê merasimekî leşkerî pêkanîn û darbesta her sê cenazeyên şervanên YPG’ê danîn ser mile xwe û heya goristana Şehîd Seydo ya li çiyayê Qaziqilî ya navçeya Cindirêsê birêketin.