Li Efrînê cejna Êzidiyan Çarşema Sor hate pîroz kirin
Li Efrînê cejna Êzidiyan Çarşema Sor hate pîroz kirin
Li Efrînê cejna Êzidiyan Çarşema Sor hate pîroz kirin
Bi sedan Êzidiyên herêma Efrînê bi boneya Çarşema Sor hatin cem hev û şahî lidar xistin.
Li Gundê Eên Dara ya Navçeya Efrînê, di bin baranê de bi sedan kurdên Êzdî ji bo pîrozkirina cejna Êzîdiyan (Çarşema Sor) hatin cem hev û şahî lidar xistin. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Serokê Komeleya Êzidiyan a Efrînê Silêman Cefer axavî û cejna Êzdiyan (Çarşema Sor) li hemû gelê Kurd pîrozkir û got: “Em vê roja Pêroz li hemû gelê Kurd pîrozdikin û bi taybet kurdên Êzdî.’’
Endama Desteya Bilind a Kurd Sînem Mihemed axivî û bal kişand ser rewşa dawî li Sûriyeyê, Rojavayê Kurdistanê û çawa gelê Kurd dê mafê xwe yê rewa bidest bixe.
Di şahiyê de şagirtên ola Êzdî sirûdên xwe yên li ser Çarşema Sor xwendin. Her wiha komeke ji Tevgera Ciwanên Şoreş gurzek stranên li ser ola êzidiyan pêşkêşkirin.
Şêxên Êzdiyan helbest û sirûdên olî pêşkêşkirin û di dawiya şahiyê de komîteya amadekar a şahiyê cejna êzdiyan Çarşema Sor li hemû gelê Kurd û êzîdiyan pîrozkirin.