Li Efrînê bikaranîna çekên kîmyewî hate şermezar kirin

Li Efrînê bikaranîna çekên kîmyewî hate şermezar kirin

Welatiyên li Efrînê bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî Taxa Şêxmeqsud şermezar kirin û diyar kirin ku ew dê heta dawiyê li dijî rejîmê têbikoşin û piştgiriya şêniyên Helebê bikin.

Piştî ku taxên kurdan yên Helebê ji hêla hêzên rejîmê ve bi tob û balefiran hatin bombebarankirin, herwiha piştî ku çekên kîmyewî hatin bikaranîn, hêrsa gel jî zêdetir dibe. Welatiyên Efrînê nerazîbûnên xwe ji ANHA’yê re vegotin.

Endamê TEVDEM’ê Arif Şêxo diyar kir ku, rejîm bêyî cudahî taxan bombebaran dike û bi yekê dixwaze welatiyan koçber bike. Şêxo got, ew van kiryarên hovane şermezar dikin û got ku ew bêdengiya civaka navnetewî ya li hember vê hovîtiyê jî şermezar dikin.

Endamê Revebiriya Saziya Malbatên Şehîdan Ebdil Henan Şêxo jî anî ziman ku, bikaranîna çekên kîmyewî tê wateya têkçûn û lewazbûna rejîmê.

Endamê Meclisa Rêvebiriya Herêmî ya Taxa Şêxmeqsûd Xidir Hemo ku wî jî koç kiriye, ev tişt anîn ziman: “Tişta ku vê dawiyê li Şêxmeqsûd çêbûye eşkere dike ku rejîm exlaqê mirovahiyê nas nake. Rejîma Sûrî ji bilî kuştin û wêrankirinê tu tiştî nizane.”

Endama Navenda Zanist û Perwedeya Jinê Henîfa Elî jî êrîşên rejîmê û bikaranîn çekên kîmyewî şermezar kirin û got: “Em dixwazin dengê me bigihîje cîhanê da ku bizanin gelê Kurd di bin çewisandineke mezin de ye. Pêwîste civaka navnetewî ji bo parastina kurdan destwerdanê bike.”

Welatiyê bi navê Mihemed Naso jî diyar kir ku, ev çil salin rejîm bi hemû şêweyan gel diçewisîne û niha jî ev zextên xwe gihandiye asta bikaranîn çekên kîmyewî. Naso destnîşan kir ku, “Em hemû kiryarên hovane yên rejîma Baas şermezar dikin.  Ew çiqas êrîşên xwe dijwar jî bikin, em dê heta dilopa xwîna di laşê xwe de liber xwe bidin.”

Mamoste Ebdil Selam jî ev tişt anîn ziman: “Ev du hefte ne ku rejîma Baas bi top û hawanan êrîşî taxa Şêxmeqsûd dike û vê dawiyê jî gazên kîmyewî bikar anîn,  lê civaka navnetewî  hîna jî bêdege. Lê bila rejîma Baas zanibe ku Şêxmeqsûd ne bitenê ye, Rojavayê Kurdistanê hemû pêre ye.”