Li Efrînê 90 hezar îmze hatin berhevkirin

Li Efrînê 90 hezar îmze hatin berhevkirin

Li Efrînê di nava 9 rojan de 90 hezar îmze ji bo azadiya Ocalan hatin berhev kirin.

Komîteya Kampanya Berhevkirina Îmzeyan li herêma Efrîn diyar kir ku di nava 9 rojan de li herêma Efrîn 90 hezar îmze ji bo azadiya Ocalan hatiye berhev kirin. Komîteyê da zanîn ku di kampanya îmzeyan de ku beriya 9 rojan destpê kiriye li ber navenda Asayîşê ya bajarê Efrînê û li taxên herêmê ku 12 navend hate vekirin. Di van 12 navendên Efrînê de 50 hezar îmze hatin berhevkirin. Di nava kesên ku îmzeyên xwe dan de serokên êlan, siyasetmedar ji netewên herêmê yên cûda jî hebûn.

Li navçeye û gundên  Efrîn jî zêdetir ji 40 hezar îmze hatin berhev kirin. Li navçeya Şiyê ya Efrînê jî kampanya ku beriya 3 rojan destpê kiriye 2500 îmze hatine berhevkirin .

Kampanya îmzeyan li herêma Efrîn û navçeyên wê didome. Kampanya berhevkirina îmzeyan ji aliyê sedan kesî ve tê birêvebirin.