Li Efrînê 3 wesayîtên çeteyên DAIŞ'ê hatin rûxandin
Li Efrînê 3 wesayîtên çeteyên DAIŞ'ê hatin rûxandin
Li Efrînê 3 wesayîtên çeteyên DAIŞ'ê hatin rûxandin
Hêzên YPG'ê li ser riya di navbera gundê Meerîn û gundê Yazî Bax 3 wesayîtên çeteyên DAIŞ'ê rûxandin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hêzên YPG'ê duh di demjimêrên nîvro de li ser riya di navbera gundê Meerîn û gundê Yazî Bax ên navçeya şera ya Efrînê çalakî li dijî wesayîtên komên çete yên DAIŞ'ê lidar xistin. Hate gortin ku, di encama çalakiyê de wesayîtek ya çeteyan a doçka li ser û 2 wesayîtên din ên çeteyan hatin rûxandin.
Di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de çavkaniyên ji Ezazê destnîşan kirin ku, 4 cenazeyên çeteyan anîn nexweşxaneya girok a bajêr.
Hate ragihandin ku, li herêmê cih bi cih pevçûn didomin.