Li Efrîn Pevçûn: 18 çekdar hatin kuştin
Li Efrîn Pevçûn: 18 çekdar hatin kuştin
Li Efrîn Pevçûn: 18 çekdar hatin kuştin
Li Navçeya Şêrawa ya Efrînê pevçûn di navber şervanên YPG û çekdarên Artêşa Azad duh saetê şevê de bi dijwarî rû dan. Di van pevçûnan de 18 çekdar hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, doh saet di 21.00᾿an de pevçûn li gundê Basilê ya Navçeya Şêrawa ya Efrînê di navber şervanên YPG û komên çete ên Artêşa Azad ku xwe di gund de bi cih kirine rû dan. Pevçûn heta serê vê sibê jî dom kirin. Di van pevçûnan de 18 çekdar hatin kuştin û gelek birîndar bûn.
Li aliyeke din derbarê pevçûnên ku derketin fermandarekî YPG᾿ê da zanîn ku duh saet di 21.00᾿an de pevçûn li gundê Basilê derketin û di encama pevçûnên ku heta sertên sibê dom kir şervanên YPG᾿ê çalakî li dijî navenda ku komên çete xwe tê de bi cih kirin pêk anîn û di encama Çalakiyê de devera di navbera gundên Basilê û Bênê ku komên çete xwe tê de bi cih kiribûn ket destê şevanên YPG᾿ê de. Fermandarê YPG᾿ê tekez kir ku di van pevçûnan de 18 çekdar hatine kuştin û gelek birîndar bûne. Her wiha riyên di navbera Cilbirê, Mêryemîn û Til Rifet de ketin destê şervanên YPG᾿ê de û bendên kontrolê li ser van riyan danîn û riyên ku cebxane ji çekdarên xwe di gundê Basilê de bi cih kirine bi temamî hatin girtin.