Li Edenê polîsan dest li girseya gel werdan

Li Edenê polîsan dest li girseya gel werdan

Kuştina ciwanê Kurd Medenî Yildirim a ji aliyê leşkerên Tirk ve, li Edenê hat şermezarkirin. Di protestoya li vir de ji ber destwerdana polîsan pevçûn derket.

Li naçeya Edene Yuregîrê, komek ji ciwanan li kolana Çûkûrova ya taxa Anadolûyê hatin cem hev û gulereşandina leşkerên Tirk li gundiyên Hêzanê yê navçeya Amed Licê şermezar kirin, ku di encamê de ciwanê Kurd Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest dabû, 3 jê giran 10 kes birîndar bûbûn. 

Ciwanan bi vê armancê rê li trafîkê girtin û lastîk şewitandin. Lê belê polîsên Tirk bi ava şid û bombeya gazê êrişî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi keviran bersiv dan polîsan û pevçûn li nava kolanan dewam dikin.