Li DYA’yê agahiyên nasnameyên 21.5 mîlyon kesî hat dizîn

Korsanên înternetê yên DYA’yê diyar kir ku daneyên ku agahiyên nasnameyên 20 mîlyonî zêdetir kesî têde cih digirin, hatine dizîn.

Korsanên înternetê yên DYA’yê diyar kir ku daneyên ku agahiyên nasnameyên 20 mîlyonî zêdetir kesî têde cih digirin, hatine dizîn.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê merciyên DYA’yê hatine girtin, hejmara kesên agahiyên nasnameyên wan hatine girtin 21.5 mîlyon e.  Ji van 19.7 mîlyon kes memur û xebatkarên cemawerîne.

1.8 mîlyon kes jî hevserên xebatkarên cemawerî yan jî kesên pê re dijîne.

Hikûmeta DYA di serê meha Hezîranê de diyar kiribû ku agahiyên aydê 4 mîlyon wezîfedarên federal hatine dizîn. Hikûmetê îdia kiribû ku li pişt êrîşê Komara Gel a Çînê heye.