Li DYA qezaya trenê: Herî kêm 5 kes mirin
Li DYA di encama qezayeke trenê de li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn.
Li DYA di encama qezayeke trenê de li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn.
Danê êvarê, trena seferbera Washington-New Yorkê dikir, li Philadelphia ji rê derket û ji ber vê qezayê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, şeş jê giran 50 rêwî birîndar bûn.
Şaredarê Philadelphia Mîchael Nûtter, da xuyakirin ku qeza li bakurê bajêr rû daye. Di qezayê de gelek vagonên trenê qulipîn. Hat ragihandin ku di dema qezayê de herî kêm 240 rêwî di hundirê trenê de bûn.
Der barê qezayê de kargeha Amtrakê daxuyaniyek da û ragihand ku seferên trenê yên New York û Philadelphia hatine betalkirin.