Li DYA polîs ji her 100 cinayetan ji yekê tê darizandin
Li DYA ku polîs bi kuştinên bêdaraz timî di rojevê de ye, li gor lêkolîna hatiye kirin polîs ji her 100 cinayetên tevlî bûye ji yekê tê darizandin.

Li gor lêkolîna Washington Post di navbera polîs û gumanbaran de ji 2005’an heta niha bi hezaran pevçûnên kujêr pêk hatine û ji wan tenê der barê 54 polîsan de lêpirsîn hatiye vekirin. Polîs ji sedî 90’ê van lêpirsînan rizgar bûn.
Ji Zanîngeha Eyaletê ya Bowling Green ekîba krîmînolojîst Philip M. Stinson di lêkolîna dan destpêkirin de pevçûnên ji sala 2005’an ên bi mirinê encam bûne lêkolîn kirin. Ekîba ku raporên van pevçûnan biryarên Juriya Mezin û belgeyên dadgehan lêkolîn kirin tespît kirin ku tenê di 54 bûyeran de der heqê polîsan de lêkolîn hatiye destpêkirin.
Di lêkolînê de hat diyarkirin ku ji her 1000 pevçûnên rû dane polîs tenê ji yekê hatine darizandin, ji bo dozger bikevin nav tevgerê jî îspatên teqez ên wek vîdeoyên aşkera pêwîst in.
Yek ji encamên herî girîng ên vê lêpirsînê jî ev e ku polîs di vê mijarê de arşîv nagire. Ekîp ji bo cinayetan lêkolîn bike neçare bi giranî ji bultenên çapemeniyê sûd bigire.