Li Duhokê "azadiya Ocalan" hat xwestin
Li Duhokê "azadiya Ocalan" hat xwestin
Li Duhokê "azadiya Ocalan" hat xwestin
Di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, bajarê Duhokê jî deng veda. Endamê KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî di merasîma destpêkirina kampanyayê de got, "Me weke wezîfeyeke ehlaqî dîtin ku îmzeyê bavêjin binê kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê jiyana xwe yadî mirovahî, Kurdan û gelên Rojhilata Navîn kiriye."
Kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 1'ê Gulanê de destpê kir, li gelemperiya Başûrê Kurdistanê belav dibe. Herî dawî li bajarê Duhokê jî kampanyayê destpê kir. Kampanya bi merasîmeke li Parka Azadî, bi beşdariya nûnerên gelek partiyan destpê kir. Di merasîmê de, endamê KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî behsa armanca kampanyayê kir û got, "Me weke wezîfeyeke ehlaqî dîtin ku îmzeyê bavêjin binê kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê jiyana xwe yadî mirovahî, Kurdan û gelên Rojhilata Navîn kiriye."
Berwarî diyar kir ku wan ji bo kampanyayê di 15'ê Gulanê de serî li Walîtî û asayîşa Duhokê dane, lê ji ber dereng destûr hatiye dayîn, wan jî dereng dest bi kampanyayê kirine. Berwarî ragihand ku ewê kampanyayê li hemû navçe û bajarokên Duhokê bimeşînin û got, "Ji ber ku bajarê Duhokê herdu parçeyên din ên Kurdistanê bi Başûrê Kurdistanê ve girê dide, hinekî ji bajarên din cûdatir e. Duhok dikare di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de bibe pira aştiyê. Ji ber vê yekê, li gorî me divê her mijarên netewî ji Duhokê destpê bike." Berwarî banga tevlêbûnê li gelê Duhokê kir.
Berwarî anî ziman ku wan ji bo meşandina kampanyayê di fermiyetê de ji bo 3 kesan destûr stendine, lê meşandina vê kampanyayê ne karê sê çar kesane, divê gelek kes beşdar bibin û banga alîkariyê li gelê Duhokê kir.
Kampanya li gel roja destpêkê jî, li pêwendiyeke mezin rast hat û tevî pêşmerge û polêsan, ji her beşên civakê mirovan ji bo azadiya Ocalan îmze avêtin.