Li Dortmûnd û Romayê bîranîna Zîlan
Li Dortmûnd û Romayê bîranîna Zîlan
Li Dortmûnd û Romayê bîranîna Zîlan
Zeynep Kinaci (Zîlan) li bajarê Elmanya Dortmûnd û paytexta Îtalya Romayê hat bîranîn. Di merasîma li Dortmûndê de xuşk û hevalên Kinaci yên dibistanê, behsa kesayetiya wê kirin.
Li bajarê Elmanya Dortmûndê, Meclîsa Jinan a Rozerîn ji bo bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) merasîmek lidar xist. Di çalakiya bi beşdariya 100 kesî de xuşk û hevalên Kinaci yên dibistanê behsa kesayetiya Zîlan kirin.
Di çalakiyê de herî dawî nameya Kinaci ya ji bo gelê Kurd, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jinên Kurd re nivîsandibû, hat xwendin.
Li paytexta Îtalya Romayê jî, ji bo bîranîna Kinaci, Sema Yuce, Şêx Seîd û kesên di komkujiya Zîlanê de hatin kuştin, merasîmek hat lidarxistin.
Merasîm li Bexçeyê Komeleya Çanda Kurd Araratê yê yadî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin, pêk hat. Di merasîmê de li gel Kinaci û hevalên wê yên têkoşînê, Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên beriya 88 salan hatin darvekirin û welatiyên di komkujiya Zîlanê de hatin kuştin, hatin bîranîn.
Di merasîmê de behsa têkoşîna Şêx Seîd û têkoşîna Sema Yuce ya di 17'ê Hezîrana sala 1998'an de li Girtîgeha Çanakkaleyê çalakî pêk anîbû, hat kirin. Di çalakiyê de li ser komkujiya Zîlanê jî axaftin hatin kirin.
Di çalakiya bîranînê de herî dawî nameya Zeynep Kinaci hat xwendin û dilsoziya pê re hat bilêvkirin.