Li Dîlokê xwendekar li hemberê 'dîwarê şermê' meşiyan

Li Dîlokê xwendekar li hemberê 'dîwarê şermê' meşiyan

Xwendekarên Zanîngeha Dîlokê, bi armanca şermezarkirina "dîwarê şermê" meş li darxistin û diyar kirin ku "dîwarê şermê" bingeha pêvçûna di navbera kurd-tirk an amade dike. 

Xwendekarên Zanîngeha Dîlokê, bi armanca şermezarkirina "dîwarê şermê" û silavkirina "Şoreşa Rojavayê" meş û daxuyanî dan çapemeniyê. Bi sedan xwendekarên ku li ber avahiya Erdnizyariya Avahiyê li hev civiyan, panqarta "Em rê nadin dîwarê şermê" û dovîzên "Li Kurdistanê dê dîwarê şermê neyê lêkirin", "Şoreşa Rojava şoreşeke ekolojîk e" û "Şoreşa Rojava şoreşa Rojhilata Navîn e" vekirin û dest bi meşê kirin. Xwendekaran di meşê de diruşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Em dê rê nedin faşîzmê" û "Em dê berxwe bidin û bi ser bikevin" avêtin. Piştî meşê li ser navê xwendekaran Xwendekarê Erdnizyarê Avahiyê Şaban Bayhan, daxuyanî da û diyar kir ku li ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê dîwarê şermê lê dikin û dixwazin bingeha pêvçûna kurd-tirk amade bikin. Bayhan, da zanîn ku dîwarên li ser sînoran tên çêkirin sûcê mirovahiyê ye û destnîşan kir ku dê "Şoreşa Rojavayê" ji pêkanînên pêkûtiya li ser kurdan û mejiyên desthiladaran re bibe bersivek herî mezin.

'EM DÊ DÎWARÊN ŞERMÊ HILWEŞÎNIN'

Bayhan, destnîşan kir ku ji bo li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê aştiyeke mayînde bê rûniştandin divê polîtîqayên li hemberê Rojavayê bên guhertin. Bayhan, wiha got: "Wek xwendekarên Zanîngeha Dîlokê, em dixwazin bibêjin ku; ev gelê qedîm dê li welatê xwe sînoran nasneke, yên sînoran datînin û yên sînoran xêz dikin jî nasnakin. Em dê kesên dixwazin dîwarên şermê lê bikin, hem bi fizîkî û hem dîwarên wan, hem jî dîwarên mejiyên wan hilweşînin, bila her kes vê zanibe."