Li Dîlokê ulkucuyan êrîşî girseyê kir, 2 kes birîndar bûn
Li Dîlokê ulkucuyan êrîşî girseyê kir, 2 kes birîndar bûn
Li Dîlokê ulkucuyan êrîşî girseyê kir, 2 kes birîndar bûn
Li Dîlokê tundiya polîsan a li Taksîmê bi meşekê hate şermezarkirin. Ulkucuyan jî êrîşî çalakvanan kir û 2 kes bi kêran birîndar kirin.
Li Dîlokê êrîşa polîsan a li hemberî kesên li dijî hilweşandina Parqa Gezî ya Taksîmê bi meşekê hate şermezarkirin. ESP, ODP, EMEP, SYKP, TKP, Partiya Yeşîller ve Sol Gelecek, ÎHD, CHP, MHP, endamên Platforma Yekîtiya Têkoşînê û bi deh hezaran welatî tevlî meşê bûn. Meşê li ber Parka Kirkayak destpê kir.
Di meşê de pankratên "Aramî di îsaynê de ye", "Her der Taksîm her der berxwedan" û "Berxwe bide Parka Gezî" vekirin û sloganên "Hikûmet îstîfa", "Îsyan şoreş azadî", "Silav silav ji Taksîmê re hezar silav", "Bijî berxwedan gelan" û "Şerfîne Tayyîp" hatin qîrîn. Girseya gihiştiye Qada Demokrasiyê govend girtin û slogan avêtin. Lîstîkvanên rêzefilma Karagul Yavuz Bîngol, Ece Uslu, Ozlem Conker, Mesut Akusta û Şerîfe Sezer jî tevlî meşê bûn.
Di dema çalakiyê de koma ulkucuyan ên hatin cem hev hewildana provokasyonê kirin. Ciwanên welatparêz û şoreşger bi slogana "Bijî biratiya gelan" bersiva provokasyonê dan. Piştî rageşiyê koma ulkucu êrîşî girseyê kir ciwanê bi navê Huseyîn Korkmaz bi darbeya kêrê birîndar kirin. Korkmaz rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Ersîn. Hate hînbûn ku talukeya Korkmaz tuneye.
Di heman demê de ciwanê bi navê Vakas Kiliç jî bi darbeya kêrê ya li pişta wî hatî dayîn birîndar bû. Kiliç li Nexweşxaneya Zanîngehê tê dermankirin. Ciwanên welatparêz û demokrat êrîş şermezar kirin û bi sloganan heta ber nexweşxaneyê meşiyan. Girse li ber nexweşxaneyê disekîne û hate gotin dê girse ber bi avahiya AKP'ê ve bimeşe.