Li Dîlokê bi hezaran kesan ji hukûmet re gotin "gavan biavêje"
Li Dîlokê bi hezaran kesan ji hukûmet re gotin "gavan biavêje"
Li Dîlokê bi hezaran kesan ji hukûmet re gotin "gavan biavêje"
Li Dîlokê, di çarçoveya kampanya Navenda Giştî ya BDP'ê de bi hezaran kesan gotin "hukûmet gavan biavêje."
Li Dîlokê, di çarçoveya kampanya "hukûmet gavan biavêje" ya navenda giştî ya BDP'ê, de bi hezaran kes îro ji ber avahiya BDP'ê ya navçeya Şahînbeyê heta Parqa Guzel Vadî meşiyan.
Di meşê de li gel Endamê Meclîsa Partiya ya BDP'ê Nîhat Akdogan, Hevserokên BDP'ê yên Bajêr Bedran Fermanolgû û Semra Şansal, bi hezaran kes amade bûn. Di meşê de alên PKK, KCK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û dirûşmên "Medenî Yildirim Namire" û "Bijî Serok Apo" hatin qêrîn.
Di dema meşê de, ji ber polîsan meş dikşand kamerayê, cih bi cih tengezarÎ derket. Li ser navê girseyê endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Nîhat Akdogan daxuyaniyek da. Akdogan Medenî Yildirim ê ji ber gulereşandina leşkerên Tirk li navçeya Amed Licê jiyana xwe ji dest da bibîr xist û got, "Guleyên li Medenî ketine, li aştiyê ketine. Gelê Kurd wê xwedî li aştiyê derkeve û rê nede provokasyonan. Serokwezîr bi mirovên aqilmend re civîn lidar xist. Rapor stend. Daxwazên gelê Kurd dît. Watedar e ku ev êrişa li Amedê piştî vê hevdîtinê rû daye. Mirovên Aqilmend daxwazên gel û pêşniyarên çareseriyê pêşkêş kirin. Lê belê di şûna gavan biavêjin de, êriş kirin."
Akdogan herî dawî li dijî destavêtina 8 leşkerên Tirk li E.A ya 16 salî ya li Çewlikê û êrişa li dijî karkerên Rihayî yê li Çorûmê bi tundî şermezar kir.