Li dijî TTIP'ê bi deh hezaran kes daketin kolanan

Li dijî Peymana Hevpariya Razemenî û Bazirganiya Transatlantîk (TTIP) a di navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) de muzakereya wê tê kirin, nerazîbûna li welatên Ewropayê mezin dibe.

Li dijî Peymana Hevpariya Razemenî û Bazirganiya Transatlantîk (TTIP) a di navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) de muzakereya wê tê kirin, nerazîbûna li welatên Ewropayê mezin dibe. Li dijî peymanê bi deh hezaran kes daketin kolanan.

Çalakiyên herî berfireh ên li dijî peymanê li Elmanyayê hatin lidarxistin. Di çalakiyên ku bi qasî 230 sendîka û komeleyan organîze kirin de li 170 bajarên mezin û biçûk, tevlîbûn çêbû.

Li gorî berdevkekî komeleya Attac ku yek ji amadekarên çalakiyê ye, bi deh hezaran kes beşdarî xwepêşandanên dijberiya TTIP ên li Elmanyayê bûn.

Di çarçoveya çalakiyên dijberiya TTIP de li ber Komîsyona Ewropa ya li paytexta Belçîka Brukselê de, bi qasî 2 hezar kes civiyan.

Li paytexta Spanya Madrîdê hezar kes, li Varşovayê 300 kes, li Helsînkî hezar, li Pragê jî bi qasî 250 kes beşdarî çalakiyan bûn.

Bi TTIP re ku bi taybetî rê li ber firotina berhemên DYA yên li standartên YE nayên li welatên Ewropa vedike re, tê texmînkirin wê li welatên Ewroapyê bi sed hezaran cihê kar tine bibin. Bi peymanê re tê gotin ku di salên destpêkê de wê bi qasî 220 hezar kes karên xwe winda bkin. Û ev peyman wê xizmetê ji DYA re bike.