Li dijî Kobanê êrîşa bi fuzeyên Grad
Li dijî Kobanê êrîşa bi fuzeyên Grad
Li dijî Kobanê êrîşa bi fuzeyên Grad
Çeteyên DAIŞ'ê li dijî welatiyên herêma Kobanê fuzeyên Grad bikar anîn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistn, çeteyên DAIŞ'ê di êrîşên xwe yên ji aliyê başûrê herêma Kobanê de fuzeyên Grad bikar anîne.
Der barê ziyanan de heta niha tu agahiyên zelal nehatine bidestxistin.
Ev fuzeyên ji aliyê Rûsyayê ve hatine çêkirin digihêje 5 heta 45 kîlometreyî. Di destê çeteyên DAIŞ'ê de fuzeyên termîk ên Amerîkî, topên hawanê yên pêşketî, fuzeyên Mîlan antî-tank ên Elman-Fransa û gelek çekên din ên giran hene. Tê gotin ku dewleta Tirk jî bi awayekî rêk û pêk tank û çekên modern dide vê koma barbar.