Li dijî çalakvanên nobetê êrîşa bi çek
Li dijî çalakvanên nobetê êrîşa bi çek
Li dijî çalakvanên nobetê êrîşa bi çek
Li hemberî gelê bi armanca li dijî êrîşên çeteyan ên ser Kobanê piştgirî bidin YPG’ê û derbasbûna çeteyan a di sînor re asteng bikin li gundê Boydê yê Pirsûsê nobetê digirin, bi şev ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve hatin gulebarankirin.
Li gundê Boydê yê Pirsûsê li hemberî gelê bi armanca piştgiriya ji Kantona Kobanê ya Rojava ya di bin êrîşên çeteyên DAIŞ de û astengkirina derbasbûna çeteyan a di sînor re nobet digirin bi şev saet derdora 02.00’an de ji wesayîtekê hin kesên nasnameya wan ne diyar êrîşa çekdarî pêk anîn.
Di êrîşê de kesek birîndar nebû li cihê bûyerê gelek kovanên MKE hatin dîtin. Hat hînbûn ên êrîş pêk anîn di tarîtiya şevê de xwe winda kirine.