Li dijî Boko Haram êrîşeke nû ya artêşa Nîjeryayê
Artêşa Nîjeryayê, li hemberî kampên Boko Haram ên li daristanên Sambîsa êrîşeke nû pêk anî.
Artêşa Nîjeryayê, li hemberî kampên Boko Haram ên li daristanên Sambîsa êrîşeke nû pêk anî.
Artêşa Nîjeryayê, li hemberî kampên Boko Haram ên li daristanên Sambîsa êrîşeke nû pêk anî.
Têkoşîna artêşa Nîjeryayê ya li hemberî Boko Haram dewam dike. Tê gotin ku artêşê li hemberî kampên rêxistina çete yên li daristanên Sambîsa yên li bakurê welêt êrîşek pêk aniye.
Rayedarên artêşê dan xuyakirin ku îhtimal heye, Boko Haram 200 xwendekarên keç ên lîseyê li vê daristanê veşartibe. Çavkaniyekî ji artêşê ragihand ku operayon ji bejahî û hewayî dewam dike.
Beriya du mehan artêşên Nîjerya, Çad, Kamerûn û Nîjerê li hemberî Boko Haram operasyoneke hevpar meşandibûn û beşeke mezin a herêmên dagir kiribûn, rizgar kiribûn. Lê belê, tevî ku Boko Haram ji herêmê hatibe dûrxistin jî, hînê çalakiyên xwekujiyê pêk tîne û dibe sedema windahiyên sivîlan.