Li dijî berxwedana li Girtîgeha Sîncanê pêkanîna ecêb
Li dijî berxwedana li Girtîgeha Sîncanê pêkanîna ecêb
Li dijî berxwedana li Girtîgeha Sîncanê pêkanîna ecêb
Li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 1'ê ya Sîncanê, ji bo berxwedana girtiyan a li dijî kamerayan were şikandin, bendên kincan hatin komkirin, darê melkisên ji bo paqijiriya hucreyan tê bikaranîn, hat kinkirin. Girtiyên di 6'ê Mijdarê de xistin hucreyên yekkesî jî, hînê li heman hucreyan tên ragirtin.
Li Girtîgah Tîpa F ya Sîncanê, tengezariya ji ber kameraya li hewşa girtîgehê hatin bicih kirin derket holê, dewam dike. Nêzî 60 girtî ji 6'ê Mijdarê ve li hucreyên yek kesî bi tena serê tên ragirtin.
Li gorî agahiyên Serokê Komeleya Huqûqnasên Hemdem (ÇHD) Şaxê Enqereyê Mûrat Yilmaz hatin wergirtin, girtî beyî ku kamerayên li hewşê bişkînin serî li Wezareta Edaletê û rêveberiya girtîgehê dane, lê ti encam bi dest nexistine.
DAXWAZNAME PÊŞKÊŞ KIRIN
Destpêkê daxwazname pêşkêşî Wezaretê Edalet û rêveberiya girtîgehê kirin û gotin," Bicihkirina kamera li hewşê destwerdana li jiyana taybet e. Tecrîda di nava tecrîdê de ye. Emê vê ti carî qebûl nekin."
Lê belê li gel vê kamera li hewşê hat bicihkirin. Girtiyan cara duyemîn daxwazname pêşkêş kirin û xwestin kamera bên rakirin. Dema encamek jê negirtin, hemû kamera şikandin û bi gardiyanan re şandin ji rêveberiya girtîgehê re. Girtiyan dûre daxwaznameyeke din nivîsandin û gotin, "Eger hûn kamerayan careke din bicih bikin, emê dîsa bişkînin."
9 ROJ IN BI TENA SERÊ XWE TÊN RAGIRTIN
Li dû vê daxwaznameyê di 6'ê Mijdarê de gardiyan û leşkeran avêtin ser hemû hucreyan. Nêzî 60 girtî bi lêdanê xistin hucreyên yek kesî. Destûr ji wan re nehat dayîn, ti eşyayeke xwe bi xwe re bibin. Girtî 9 roj in bi tena serê xwe tên ragirtin.
Di nava girtiyan de Serdar Polat milê wî yê çepê bi kilsê hatiye pêçandin, aliyê wî yê çepê teviziye. Bêyî alîkariya kesekî din, nikare pêdiviyên xwe yên şexî û însanî tedarik bike.
DEST DANÎN SER BENDÊN KINCAN
Serokê ÇHD Şaxê Enqereyê Mûrat Yilmaz diyar kir ku rêveberiya girtîgehê, ji bo berxwedana li dijî kamerayan bişkîn, girtî li hucreyan bicih kir, di ser re bendên kincan ên li hucreyan kom kir. Yilmaz got, "Her wiha dest danîn ser melkisên ji bo paqijkirina hucreyan tên bikaranîn. Li her hucreyê melkisek hat hiştin. Darê wan jî ji nîvî birîn û kurt kirin."
'KAMERA LI DERVEYÎ HUQÛQÊ YE'
Yilmaz ragihand ku ti sedemeke rewa û huqûqî ya kamerayên li hewşê hatine bicihkirin nîne û got, "Ji xwe li korîdorên deriyên hucreyên girtiyan lê vedibe, kamerayên 360 dereceyî dizîvire hene. Dema ji hucreyê derdikevin, tên dîtin. Kamerayên li hewşê hatine bicihkirin, bi temamî ji bo zextê ne û êrîşek li dijî kesayetiya girtiyane. Girtî dema derdikevin hewşê bi tenê ezmanan dibînin. Lê belê bi kamerayan re dê spora wan, gera wan bê şopandin. Ti sedemeke vê nîne. Dema kamera hatin bicihkirin, teknîsiyenan diyar kirin ku kamera di heman demê de xwedî taybetmendiya wergirtina deng e. Lê belê girêdana deng hînê nehatiye çêkirin."
Serokê ÇHD Şaxê Enqereyê Mûrat Yilmaz da xuyakirin ku heta rêveberiya girtîgehê dest ji bicihkirina kamerayan li hewşê bernede, dê tengezariya li girtîgehan dewam bike û got, "Ji ber ku girtî biryardar in ku destûrê nedin bicihkirina van kamerayan."