Li Dêrsimê gora aydî gêrîlayeke PKK'ê hate vekirin

Li Dêrsimê gora aydî gêrîlayeke PKK'ê hate vekirin

Gora gêrîlaya PKK'ê Emîne Akyol (Tolhildan) ku li gundê Tornova yê Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, li ser serlêdana malbatê bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê li Goristana Şaredariyê hat vekirin.

Malbata gêrîlaya PKK'ê Emîne Akyol (Tolhildan) a ku di pevçûna di 20'ê îlona 1997'an li gundê Tornova yê Dêrsimê jiyana xwe ji dest da bi riya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê serî li Serdogeriya Komarê ya Dêrsimê da. Li ser fermana dozgeriyê li gorî qeydên Fermandariya Cendirmeyan a Dêrsimê li Goristana Asrî ya Şaredariyê gorek hat vekirin. Di gora hat vekirin de hestî ji bo testa DNA'yê şandin Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê ya Xerpêtê.

Di dema kolandina gorê de dozgerên li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê, Nûnerê Şaxa ÎHD'ê yê Dêrsimê Prz. Bariş Yildirim û rêveberên BDP'ê yên Dêrsimê amade bûn. Di kolandina ji aliyê karkerên şaredariyê ve pêk hat de, hestiyên aydî kesekî hatin dîtin. Ji ber ku dereng agahî dan malbata gêrîla Akyol a li Amedê di dema kolandinê de amade nebû.

Tê gotin, li goristanê bi dehan gorên gêrîlayên PKK'ê yên nasnameya wan nayê zanîn hene.