Li Dêrsimê çêkirina 22 baregehên leşkerî hat destpêkirin

Li Dêrsimê çêkirina 22 baregehên leşkerî hat destpêkirin

Li Dêrsimê ji 52 baregehên leşkerî yên projeyên wan qediyane, dest bi çêkirina 22 baregehan hate kirin. Qereqola li ser Keleha Sînanê hatiye çêkirin, ber bi dawîbûnê ve diçe. Herî zêde qerekol li Geliyê Pilemûr tên çêkirin.

Vekişîna gerîlayên HPG'ê ya di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, didome. Ligel ku meşa gerîlayên HPG'ê didome, hukûmetê jî li herêmê lez daye çêkirina qereqolan. Berevajî gotinên Wezîrê Karên Hundir Muammer Guler ên weke “Li herêmê 68 qereqol girtine. Li Amedê 9 û li Mêrdînê 9 qereqol hatine girtin. Heta niha li tevahiya Tirkiyeyê 298 qereqol hatine girtin" tê dîtin ku hukûmetê li herêmê lez daye çêkirina qereqolan.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA)  li Dêrsimê ligel ku 70 qereqol hebûn, piştî pêvajoya çareseriyê ji bo 5 kaleqol, 16 qereqolên mobîl û 31 kuleyan proje hatine amadekirin. Ji van 52 baregehên leşkerî yên projeyên wan hatine çêkirin, dest bi çêkirina 22 baregehên leşkerî hatine kirin. Qereqola li ser Keleha Sînan a ji aliyê Urartuyan ve hatiye çêkirin, ber bi dawîbûnê ve ye. Li Dêrsîmê qereqol li cihên pîroz ên Elewiyan tên çêkirin. Herî zêde qereqol jî li herêma Geliyê Pilemûr tên çêkirin.

'DEWLET BILA DESTÊ XWE JI XWEZA Û CIHÊN BAWERIYA ME BIKIŞÎNE'

Qereqola li ser Çiyayê Zel hatiye çêkirin, ji ber bertekan niha hatiye rawestandin. Li heremê qereqolan li cihên gelek stratejîk ava dikin. Her çi qas li Pilemûr ev qereqol zêde tên çêkirin jî ne tenê li vir li tevahiya herêma Dêrsimê, cihên qereqolan tên guhertin û van li cihên stratejîk nû ve çêdikin. Ligel çêkirina qereqolan bertekên welatiyan jî didomin. Welatiyê bi navê Huseyîn Şen, diyar kir ku çêkirina qereqolan zerar dide pêvajoya çareseriyê û wiha axivî: "Li vir zêdetirî 50 qereqol tên çêkirin. Ev qereqol ne ji bo ewlehiyê ji bo têkbirina xwezaya me tên çêkirin. Dewlet bila destê xwe ji xweza û cihên baweriya me bikişîne." Welatiyê bi navê Hidir Yalçin, jî diyar kir ku divê li şûna qereqolan li herêmê projeyên civakî bên çêkirin û got ku heta niha qereqolan tu feyde nedaye gel.