Li deriyê sînor ê Sêmalka tengezarî

Li deriyê sînor ê Sêmalka tengezarî

Tengezariya bi girtina deriyê sînor ê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê destpê kir, kûrtir dibe.  Nêzî 80 kesên xwestin ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, li deriyê sînor ê Sêmalka li astengiya pêşmergeyan rast hatin.

Li ser vê yekê di navbera girseya gel û pêşmergeyan tengezarî rû da. Hat ragihandin, ku girseya gel bi armanca şermezarkirina nêzîkatiya pêşmergeyan, bi meşê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve diçin.