Li Dêrikê Sînema Amûdê hate bibîr anîn

Li Dêrikê Sînema Amûdê hate bibîr anîn

Bi sedan ji welatiyên bajarê Dêrikê, komkujiya Sînemaya Amûdê di salvegera wê ya 53. de li Navenda Çand û Hunerê bibîr anîn.

Saziya Çand û Hunerê li Navenda xwe merasîma bîranîna salvegera 53. a komkujiya Sînemaya Amûdê lidar xist. Di merasîmê de sînevîzyonek li ser komkujiyê ya ku 280 zarokan tê de jiyana xwe ji dest dabûn, hate pêşkêşkirin.

Di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin. Hevserokê  Meclîsa Gel a Herêma Dêrikê Hacî Çeto di axaftina xwe ya li vê derê de diyar kir ku siyasetên şovenîst ên li dijî gelê Kurd li Rojava tên meşandin, heman siyasetên rêjîma Baasê ne û wiha got: “Siyaseta rêjîma Baas li bajarê Amûdê li dijî zarokan bêguneh di wê demê de meşandiye, em niha dibînin hin dewletên dijminê Kurdan heman siyasetê niha dimeşînin.”

Çeto di axaftina xwe de diyar kir ku ew ji xeta şehîdan ên ku xwîna xwe ji bo welat û rûmeta gelê xwe dane, dernakevin. Şehîdên Sînemaya Amûdê jî ti carî ji bîra gelê Kurd naçin.

Yûsêf Hacî jî ji beşdaran re bûyera şewitandina Sînemaya Amûdê vegot. Piştre koma Kulîlkên Azadiyê şanoyek li ser komkujiyê pêşkêş kir.

Di dawiyê merasîmê de Mihemed Ebdilezîz, Ciwan Îbrahîm û Ebdilrehman Yûsêf gurzek ji helbestan diyarî giyanên şehîdên Sînemaya Amûdê kirin. Merasîm bi stranên şoreşgerî yên hunermendên Ardelan, Delîl û Mîrsaz bi dawî bû.