Li Den Haagê çalakiya ronîkirina komkujiya Parîsê

Li Den Haagê çalakiya ronîkirina komkujiya Parîsê

Kurdistaniyên li bajarê Holanda Den Haagê dijîn, çalakiya "em edaletê dixwazin" lidar xistin. Çalakiya jinên Kurd a li ber Konsolosa Fransayê, li eleqeya çapemeniya şaredariya herêmî, çapemeniya Kolombiyayî û Meksîkî û mirovên derdorê rast hat.

Li bajarê Holanda Den Haagê, bi armanca ronîkirina komkujiya Parîsê û eşkerekirina berpirsyaran, li ber Konsolosa Fransayê çalakiyek hat lidarxistin.

Di axaftina li çalakiyê de, ji bo eşkerebûna kujerên komkujiyê bal hat ser kişandin dewamiya çalakiyên bi vî rengî.  Di axaftinan de hat ragihandin, ku aştiya li Kurdistan û Rojhilata Navîn, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo careke din bûyerên bi vî rengî rû nedin, girîng e. Di axaftinan de banga hestiyariyê ji bo çalakiya 12'ê Hezîranê ya li ber Konsolosa Fransayê hat kirin. Di çalakiyê de her weha ji biyaniyên li derdorê re der heqê komukujiyê de belavok hatin belavkirin.