Li Colemêrgê qetlîama Licê hate şermezarkirin

Li Colemêrgê qetlîama Licê hate şermezarkirin

Gelê Licê roja Înê dema ku xwest li hember çêkirina qereqolan bimeşin, leşkeran gule li gel reşand û di encamê de kesekî jiyana xwe ji desta û gelek kes jî birîndar bû, du şeve li Colemêrgê çalakî didomin.

Çalakiyên li ser rêyên derdor destpê kirin, piştre derbazî taxa Gazî bû. Ciwanên ku li ser rê bend çêkirin û agir pêxistin, dema ku polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîş kirin, avahiya sê qet ku hate gotin buroya SODES’ê lê ye û aîdê Komeleya Nîle agir pêxistin. Bûyerên li navenda bajar rûdan heya derengiya şev domkirin.