Li Colemêrgê gora komî ya gêrîlayên PKK’ê hat dîtin

Li Colemêrgê gora komî ya gêrîlayên PKK’ê hat dîtin

Li gundê Sêvînê ya Colemêrgê gora komî ya aîdî 2 gerîlayên PKK'ê yên di sala 1998'an de jiyana xwe ji dest dabûn hat dîtin. Birayê gerîlayê PKK'ê Mehmet Temel, Kasim Temel diyar kir ku, ew bawer dikin ku 2  gerîllayên di gorê de hatine definkirin yek jê birayê wî ye û xwest gor bê vekirin û hestî bên teşhîskirin.

Li gorî nûçeya Hamza Gunduz a di Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) de hat weşandin de tê destnîşankirin ku Li mezraya Sêvînê ya Colemêrgê gora komî ya aîdî 2 gerîlayên PKK'ê yên di sala 1998'an de jiyana xwe ji dest dabûn hatiye dîtin.

Di 26'ê Tebaxa 1998'an de li gundê Sêvînê yê Colemêrgê yê li ser rêya Wan û Colemêrgê li qada Çiftlikê pevçûn derketibû. Di pevçûnê de 12 gerîllayên PKK'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Gora komî ya aîdî 2 gerîllayên PKK'ê yên ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabûn hat dîtin. Gundiyên herêmê û şivanên herêmê diyar kirin ku ligel sal di ser de derbas bûne jî  gorê venakin û hestiyên cenazeyan nadin malbatan. Di salên ku li herêma mezraya Sêvînê pevçûn derket gelek gundên herêmê hatin valakirin. Ketin û derketina welatiyên sivîl a herêmê hat qedexekirin. Di salên 2002'an de piştî di zagonan de hin guhertin çêbû, hin welatî dîsa li gundên xwe vegeriyan. Hin şivanên ku li gundê xwe vegeriyan dema li herêma Gola Gewro sewalên xwe diçêrandin hestiyên aîdî mirovan dîtin. Hestiyên dîtin kom kirin û di bin keviran de veşartin. Piştî nasnameya gerîlayên PKK'ê yên di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan hat aşkerakirin, Birayê Mehmet Temel (Muhyettin) Kasım Temel, ji bo bigihîje hestiyê birayê xwe ket nava hewldanan.

Temel ku ewil serî li Komeleya Mafên Mirovan a Colemêrgê da û alîkariya huqûqî xwest, di heman demê de serî li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ya Wanê da û xwest gora birayê wî bê dîtin. Piştî li herêmê ketina gund û zozanan serbest bû Temel, çû Sêvînê û ligel welatiyên gund çûn bi hev re gora komî tespît kirin. Piştî lêkolînê hestiyên aîdî 2 mirovan di bin keviran de tespît kirin. Welatiyên herêma Gola Gewro anî ziman ku hestiyên mirovan li herêmê hatin dîtin. Welatiye gund Naif Kanat, anî ziman ku wan berê jî bihîstibû hestiyên 2 mirovan li vir heye û wiha got: "Lê me nizanîbû aîdî kê ne. Di sala 1998'an de li Çiftlikê şer derketibû. Şer li Gola Gewro pêk hat. Leşkeran kesên ku jiyana xwe ji dest dan birin Çiftlike. Cenazeyên hin kesan jî li vê herêmê defn kirin. Piştî di sala 2002'an de şivanên me dîsa hatin vir li vir rastî hestiyên 2 kesan hatin. Welatiyê gundê Şumûnînsê, Maas Uyan jî diyar kir ku li herêmê gelek gorên komî hene û wiha got: "Li ser agahiyên şivanan me li vir 2 cenaze dîtin. Lê ji bilî van cenaze û gorên komî gelek cenaze û gorên komî yên din hene.

'15 SAL IN EZ LI CENAZEYÊ BIRAYÊ XWE DIGERIM'

Birayê gerîllayê PKK'ê Kasim Temel, diyar kir ku ligel welatî û gundiyan çûn herêma Gola Gewro wiha got: "Me li şûnê gora komî û hestî tespît kirin. Em ê serî li ÎHD'ê bidin. 15 sal in ez li hestî û gora birayê xwe digerim. Ji bo ku ez bigêjim cenazeyê birayê xwe heta niha min serî li gelek sazî û dezgehan da. Ez bawer dikim ku ji 2 cenazeyên li Gola Gewro yek jê yê birayê min e. Em dixwazin nasnameyên cenazeyan bên tespîtkirin û em cenazeyên birayê xwe bigirin.

Welatiyê gundê Şumûnînsê Mehmet Alp da zanîn ku piştî demek dirêj ji gundê xe dûr ketin dîsa li gundê xwe vegeriyan û wiha got: "Li rojavayê gund herêma Dola Qeşe cenazeyên mirovan hene. Ez bawer dikim ku li wê herêmê gelek cenaze hene."