Li Colemêrgê daxwaza 'Komara Demokratîk'
Li Colemêrgê daxwaza 'Komara Demokratîk'
Li Colemêrgê daxwaza 'Komara Demokratîk'
Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê bi meşekî girseyî daxwaza "Komara Demokratîk" hate kirin û hate diyarkirin ku, heta avakirina Komara Demokratîk dê têkoşîn bidome.
Piştî Kongreya KCD'ê ya li Amedê 2 rojan berdewam kir û daxuyaniya “Heta mafên kurdan ên demokratîk tên girtin em dê li qadan bin" Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê meşekî girseyî li dar xist û daxuyanî dan çapemeniyê. Meşa li ber BDP'ê dest pê kir û gelek zarok di meşê de cih girtin. Di meşê de pankrata “Ji komara înkarê re na ji komara demokratîk re erê" û dowîzên "Ji berxwedana girtîgehê re silav", "Ey serok riya te riya me ye”, “Ji asîmîlasyona zarokên Kurd re na", "Bijî biratiya gelan" û "Ez zimanê xwe yê dayîkê dixwazim" hatin hilgirtin.
Hevserokên Rêxistina BDP'ê yên Colemêrgê Esmer Tekîn û Rahmî Kurt, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu, Dayîkên Aştiyê û bi hezaran kes tevlî meşê bûn. Di meşê de alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û slogan hatin berzkirin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Colemêrgê Rahmî Kurt daxuyanî xwend û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêvajoya daye destpêkirin ji hikûmeta AKP'ê re şansek daye nasîn û wiha got: "Mixabin di 90'emîn salvegera komarê de Kurd mexdurên komarê yê herî mezinin. Heke îro komar demokratîk nebe sedema vê yekê polîtîkayên dijdemokratîk ên li hemberî kurdan pêk têne. Li hemberî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê Birêz Abdullah Ocalan ji bo komara demokratîk di nav kedekî gelek mezin de ye. Ji bo înşaya komara demokratîk em dê li qadan mafên xwe yên legal bikarbînin."
Piştî daxuyaniyê girse belav bû.