Li Cizîrê yekîneyên asayîşê yên YDG-H hatin avakirin
Li Cizîrê yekîneyên asayîşê yên YDG-H hatin avakirin
Li Cizîrê yekîneyên asayîşê yên YDG-H hatin avakirin
Li navçeya Şirnex Cizîrê, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz (YDG-H), bi merasîmekê yekîneyên asayîşê îlan kir. Di merasîma bi beşdariya hezaran kesî de, YDG-H'ê da xuyakirin ku ew bi berpirsyariyeke mezin parastina cewherî ya gelên Kurdistanê digirin ser milê xwe.
YDG-H û Însiyatîfa Gel a Cizîrê, yekîneyên asayîşê yên ji dehan ciwanan, îlan kirin. Merasîm di çarçoveya pîvanên leşkerî de hat kirin û ji endamên asayîşê re dîploma hatin dayîn.
Ciwanên ku piştî nîvro daketin kolanên Nisêbîn û Hezexê, lastîk şewitandin û ji wesaîtên derbas dibûn nasname kontrol dikirin. Li kolanên ciwanan çalakî lidar xistin, maşînên zirxî yên polêsan xwe dan der û bi bombeyên gazê dest werdan. Li navçeyê heta êvarê di navbera ciwan û polêsan de pevçûnan dewam kirin. Êvarê jî bi sedan ciwanên rûpêçandî û li ser tîşortên bi nivîsa "YDG-H Asayîş" nivîsandî li taxa Nûrê di dest de amûra ragihandinê ya bêtêl, dest bi kontrolê kirin. Koma mijara gotinê li ser rê nasname kontrol kir û ev pêkanîn li pêwendiyeke mezin a gel rast hat.
Kontrola ciwanan bi saetan dewam kir û hejmara ciwanan her saet zêde bû. Li kolana Botaşê bi zêdebûna hejmara ciwanan re li qadeke vala amadekariyên merasîma leşkerî hat kirin. Bi amadekariya merasîmê re hejmara mirovên li vir kom bûn di demeke kin de gihişt hezaran. Piştre, komek ji sed ciwanan bi wêneyên Ocalan û alên PKK û KCK'ê bi awayekî kortejî meşiyan û ketin qada merasîmê. Girseya gel jî bi çepik û tililiyan piştgirî da ciwanan.
Bi silavkirina ciwanên YDG-H'î re deqeyek rêz hat girtin û dûre daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di vê pêvajoya hebûna Kurd û Kurdistanê tê qebûlkirin de, wê jiyaneke nû ya azad bê afirandin û ji bo vê têkoşîn were dayîn. Di daxuyaniyê de weha hat gotin:
"Gava destpêkê ya avakirina jiyaneke nû ya azad, bêguman parastina cewherî ye. Sedema hebûna hemû ruhberan ev e. Li welatekî mîna Kurdisatnê, ku bi sedan salan li êrîşa dagirkeran rast hatiye, avakirina navgîna parastina cewherî pêwistiyeke ehlaqî û civakî ye. Li ser vê bingehê em berpirsyariya parastina cewherî ya gelê xwe digirin ser milê xwe û yekîneyên asayîşê yên YDG-H îlan dikin."
Piştî daxuyaniyê, endamên YDG-H'ê yên navê wan hatin xwendin yek bi yek dîplomayên xwe girtin û sond xwarin. Merasîm bi pîrozbahiyeke li nuqteyên cûda yên taxê û bi fîşekên hewayî, bi dawî bû.