Li Cizîrê wesayîtek sivîl, ciwan gulebaran kirin: 4 birîndar

Li Cizîrê wesayîtek sivîl, ciwan gulebaran kirin: 4 birîndar

Li taxa Yafes a Cizîrê dema ciwanan rê li trafîkê girt û kontrola nasnameyan dikir ji wesayîtekî sivîl 2 kesên hatin xwarê û gule li derdorê reşandin. Di gulebaranê 4 kes birîndar bûn û wesayîtê  li ciwanekî jî xist.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê şevê din endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tekîrdagê û 23'ê Nîsanê Cejna Zarokan şermezar bikin rê li trafîkê girtin û kontrola nasnameyan kir. Ji van nokteyan yek jî Parqa Sokaka taxa Yafes bû. Ciwanan demekê li kolanê rê ji trafîkê girt û kontrola nasnameyan kir. Di dema kontrola nasnameyan de wesayîtekî sivîl bi lez ciwanê bi navê Sînan Saltukalkp ê 17 salî qelîbî. Pişt re 2 kes ji wesayîtê hatin xwarê û derdor gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de welatiyên bi navê Abdullah Onanç (40) hevjîna wî Meryem Onanç (45), Ozgur Tok (12), Nahîde Urper (32) birîndar bûn. Piştî bûyerê 2 wesayîtên sivîl ên polîsan ên bi plaqeya 73 DZ 584 hatin cihê bûyerê. Welatiyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

LI CIHÊ BÛYERÊ GELEK QALIKÊN GULEYAN ÊN MKE HATIN DÎTIN

Hate zanîn ku, ji ber rewşa Sînan Saltukalp girane rakirin Nexweşxaneya Medîcalparkê ya Êlihê. Welatiyên bi navê Abdullah Onanç ê ku gule jî bilê wî girt û hevjîna wî Meryem Onanç a ku gule jî pişta wê ket piştî dermankirinê ji nexweşiyê derketin. Kesên din ê birîndar Ozgur Tok ê 12 salî yê ji singê xwe birîndar bû û Nahîde Urper ê ku gule li pişta wê ket jî dê ameliyat bibin. Li cihê bûyerê gelek qalikên MKE hatin dîtin.

Şahidê bûyerê Şukru Yaşar diyar kir ku, dema dengê guleyan hat li mala xwe derket û çû cihê bûyerê û wiha got: "Dema rageşî derket min berê xwe dayê. Ciwanan xwest wesayîtekê rawestînin. Lê wesayît ji nişkave bi lez bû û li ciwanekî da. Piştî re 2 kes ji wesayîtê hatin xwarê û derdor gulebaran kirin. Di gulebaranê de 4 welatî birîndar bûn. Ciwanan jî wesayîta ew gulebaran dikirin dan ber molotofan. Wesayît şewitî. Pişt re wesayît bi lezgînî ji cihê bûyerê veqetiya."