Li Cizîrê wesayîta zirxî qulipî 2 polîs birîndar bûn

Li Cizîrê wesayîta zirxî qulipî 2 polîs birîndar bûn

Li Cizîrê wesayîta zirxî ya li dewriyê digeriya qulipî, 2 polîsên têde birîndar bûn.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li Taxa Konak a li ser rêya Şirnexê wesayîta polîsan a zirxî ya bi navê Akrep dema xwest wesayîta pêşiya xwe derbas bike qulipî. 

Di qezaya ku rû da, polîs Recep Gok û Fettah Zengîn û di wesayîta zirxî de birîndar bûn. Bi ambulansa hat cihê bûyerê polîsên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.